
Elham Ahmad
@ElhamAhmadSDC · Libanon, Sýrie, Turecko, Irák, Jemen
Elham Ahmad je kurdská politička ze Sýrie.
Xuşka delal û hêja birêz leyla zana Bi xemgîniyeke mezin me nûçeya wefata hevjînê we yê hêja, têkoşerê gelê Kurd *Mehdî Zana* bihîst. Mehdî Zana ne tenê hevjînê we bû, ew sembola berxwedan, rûmet û têkoşîna gelê Kurd bû. Ji zindana Amedê heta şaredariya Amedê, navê wî wek ronahiyekê di dîroka kurda de ma. Di vê roja giran de, em sersaxiyê li we, li malbata Zana û li tevahiya gelê Kurdistanê dixwazin. Cihê wî bihuşt be, û bila Xwedê sebr û hedarê bide we. Em xemgîniya we parve dikin. Bi rêz û sersaxî...
Perwerdeya bi zimanê dayikê, mafekî bingehîn ê her gelekî ye. Ziman xuluqkariyên Xwedayê dilovan in. Nabe ku bên qedexekirin an jî ji pîroziya wan bê kêmkirin. Em bawer dikin ku Suriye bi qebûlkirina van mafên bingehîn re, dikare bibe nimûneya edalet û aramî û aştiyê li herêmê.
Di salvegera 14'an a Şoreşa 19 tîrmehê de, em hemû şehîdên azadiyê bi bîr tînin. Di vê rojê de gelê Kurd biryara rûxandina sîstema Baas a zordar da. Şoreş bi pêşengiya jin pêk hat. Bû vejîna çand û vîna gelan. Bû bingeha avakirina Komara Sûriyê ya Nû, bi destûreke demokratîk, mafê jinan û nasnama hemû netewe, ol û baweriyan diparêze.